Karakter boyutu :
Metni küçült
Metni büyüt
Ji Bo Xizmete Dibin Namzet
Hinek serokên Teşkîlatên Huda Parê, ji bo xizmeta millet ji wezîfa xwe îstîfa dikin û dibin namzetên şaredartiyê
10 Aralık 2013 Salı 19:35
 Bu Haberi Paylaş


 Serokbajarên partiya Doza Azad Huda Parê yê Diyarbekirê   Vedat Turgut, yê Batmanê Aydin Gök, yê Wanê M. Mehdî Oğuz ji wezîfa xwe îstifa kirin û ji bo şaredartiyê bûn namzet.

Dr. Aydin Gökê kurê Salih Gökê rehmetî yê ku serokê belediya Batmanê kiribû û bi xizmetên xwe dihat hezkirin, di heqê armanc û hedefên xwe de ji ajansa Îlkeyê re xeber da.

Aydin Gök wiha got: “Huda Par mikafata xwe ji Xweda dixwaze, li ber neheqî û îltîmasê ye. Huda Par ji bo min gemiya xelasiyê ye. Em ê li belediyê mîna malê xelkê û sêwiyan biparêzin mêze bikin. Niha li herêma me belediyeke ku xizmet kiribe û weke nimûne bê nîşandan nabînim.” 

Parêzer Mehmet Mehdî Oğûz jî, bi mensûbên medyayê re hat cem hev û beyan kir ku ji bo şaredartiya bajarê mezin a Wanê ji wezîfa xwe îstîfa kiriye û miracaeta namzetiyê kiriye.

Mehdî Oğuz wiha got: “Ez dixwazim bi Huda Parê re xizmeta xelkê Wanê bikim. Destûra me xizmeta ji xelkê re xizmeta ji Heqqê re ye.” Parêzer Oğûz da zanîn ku li herêmê li gelek bajaran bi îddîa ne. 

/ Bangaheq

  UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış, Türkçe karakter kullanılmayan ve tamamı büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır. Ayrıca suç teşkil edecek hakaret içerikli yorumlar hakkında muhatapları tarafından dava açılabilmektedir.
Toplam (1) adet yorum eklenmiştir.
@kocero
04 Ocak 2014 Cumartesi 13:24
... sizin kürtlükle bir alakaniz yok ... kanini döktügünüz kürtler ... sizleri hic bir zaman affetmeyecek gün gelecek bunlarin hesabini vereceksiniz tabi verebilirseniz
  YORUM DEVAMI
EDİTÖRÜN SEÇTİKLERİ
ALINTI YAZARLAR
Diğer Yazarlar

SON YORUMLAR