bahçelievler escort sisli escort

bodrum escort

Mektuba Ji Şehide Esmaye Re
Karakter boyutu :
Metni küçült
Metni büyüt
Mektuba Ji Şehide Esmaye Re
Qîza lîderê Îxwan Muhemmed Beltacî Esma Beltaciyê 17 salî, li meydana Rabîatul Adewiyyeyê ji teref nîşangerên cûntayê ve hatibû şehîdkirin
21 Ağustos 2013 Çarşamba 14:05
 Bu Haberi Paylaş
Muhemmed Beltacî pey şehadeta qîza xwe bi mektûbekê bi gotina “qîza mina xoşdevî û miellimina hêja” xîtabî qîza xwe kir û wiha got:

“Ez ji te xatir naxwazim. Lewra sibê em ê hev bibînin. Tu li ber tûğyanê serbilind jiyiya. Te hemî asteng û berbest red kirin û bêserûbin aşiqî hurriyetê bû. Tu li hêviya aso û ifûqên nû bû ku ev ummet, di medeniyetê de ciyê ku heq kiriye bi dest bixe û ji bo ji nû ve înşa bibe û biveje.

Di vê heyata kin de ez ji te têr nebûm. Wextê min bi qasî ku şa bibim û kêf bikim ne fireh bû. Li Rabîatul Adewiyyeyê cara dawîn ku me hev dît, te got “Gava tu tê ba me jî tu ji me cûda yî.” Min jî ji te re gotibû “Ev heyat bi qasî ku em ji hev têr bibin ne fireh e. Ez ji Xweda dixwazim ku li cennetê me bîne ba hev ku em ji hev têr bibin û bi hev re sohbet bikin.

Du roj beriya şehadeta te, min di xewn de te bi kincê bûkantiyê dît. Tu di nav xweşikahiyeke bêhempa de bû ku li dinyê tune ye. Tu hat cem min. Min ji te pirsî ku zewaca te îşev e. Te jî got ku wê zewaca te ne bişev, lê wê nava rojê be. Roja çerşemê nava rojê xebera şehadeta te ji min re hat. Min hê mena xewnê fêm kir. Min ji xweda xwest ku şehadeta te qebûl bike. Şehadeta te yeqînî da ku em li ser heqiyê ne û dijminê me jî li ser batil in.

Di dawîn de ez ji te xatir naxwazim ey qîza mina xoşdevî û miellimina hêja! Ez ji te xatir naxwazim. Lewra sibê em ê hev bibînin. Ew ê di nêz de bi pêxemberê me û bi eshabê kîram re li ser hewzê Kewserê em ê bên cem hev. Ev li ba Xwedayê xwedî qûdret û hikumran nêz û li cem wî hêja û bi şeref e. Bi hêviya ku em bên ba hev û êdî ji hev neqetin û ji hev têr bibin.”

Bangaheq

 


 
  UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış, Türkçe karakter kullanılmayan ve tamamı büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır. Ayrıca suç teşkil edecek hakaret içerikli yorumlar hakkında muhatapları tarafından dava açılabilmektedir.
Toplam (0) adet yorum eklenmiştir.
EDİTÖRÜN SEÇTİKLERİ
ALINTI YAZARLAR
Diğer Yazarlar
 
SON YORUMLAR