Karakter boyutu :
Metni küçült
Metni büyüt
Rudaw TV Amed mitingi (VİDEO)
Li Amedê sazî û dezgehên sivîl û HUDA-PAR’ê li hemberî derbeya Misrê xwepêşandeneke girseyî li dar xist û xwest demildest Muhamed Mursî vegere ser postê xwe.
20 Ağustos 2013 Salı 15:49
 Bu Haberi Paylaş
Amed (Rûdaw) - Li Amedê sazî û dezgehên sivîl û HUDA-PAR’ê li hemberî derbeya Misrê xwepêşandeneke girseyî li dar xist û xwest demildest Muhamed Mursî vegere ser postê xwe.

Sazî û dezgehên îslamî yên nêzî Partiya Doza Azad HUDA-PAR’ê li Amedê xwepêşandaneke girseyî li dar xistin û li dijî derbeya li Misirê nerazîbûn nîşan dan. Di xwepêşandanê de tekbîr hatin anîn û dirûşmên kurdî-tirkî hatin berzkirin.

Li ser navê Cemiyeta Mustazafan Huseyîn Yilmaz jî da zanîn ew weke neviyên mexdûrên komkujiyên li Dêrsim, Zîlan, Enfal, Helepçe, Roboskî û tevahiya Kurdistanê tu caran li hemberî zilma li Misirê bêdeng namînin.

Ji bo ku li dijî derbeyê nerazîbûna xwe nîşan bide, Parlamenterê BDP’ê yê Amedê Altan Tan jî di xwepêşandanê de Amade bû.

Piştî axaftin û qesîdeyan ji bo kesên li Misrê dua hatin xwendin û ji bo malbatên kesên li Misrê ji aliyê leşkeran ve hatine kuştin serxweşî hate xwestin.

rudaw.net


 


 

  UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış, Türkçe karakter kullanılmayan ve tamamı büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır. Ayrıca suç teşkil edecek hakaret içerikli yorumlar hakkında muhatapları tarafından dava açılabilmektedir.
Toplam (0) adet yorum eklenmiştir.
EDİTÖRÜN SEÇTİKLERİ
ALINTI YAZARLAR
Diğer Yazarlar
SON YORUMLAR