We ev surec dawiya xayinan bine
Karakter boyutu :
Metni küçült
Metni büyüt
We ev surec dawiya xayinan bine
Ev sureca çaresîya aþtîyê, dest pê kiriye. Hemî kes bi hêvî li benda wê bûn. ?imkî xwînrijandin di tu dema de qet nayê teswîbkirin
07 Ekim 2013 Pazartesi 09:25
 Bu Haberi Paylaş
Ev sureca çaresîya aþtîyê, dest pê kiriye. Hemî kes bi hêvî li benda wê bûn. Çimkî xwînrijandin di tu dema de qet nayê teswîbkirin. Her dem di komela însanan de kî dibe bera bibe tu kes xwînê teswîp nake. Bes di vê pêvajoyê de Dewlet û PKK herdu hêl jî, bi fenn û hîlan dixwazin hevdû biweritînin. Kî dikare çi ji yê din bidize... Heta niha gavên ku dewletê avêtine û li miqabil wê jî yên ku PKKê avêtine, ne gavên þênber in. Dewlet ji bo pirsgirêka Kurd, hew BDP-PKKê dike muxeteb. Bi rastî ev ðeletîyek e. Çimkî ev herdû hêz jî Kurdan tevî temsîl nakin. Heger evana bi tenê temsîlkarê Kurdan bûna, lazim bû di hilbijartina gîþtî de BDP serkeftinek girîng bi dest bixista. Bila kesek xwe di ‘eyna mezin de nebîne. Polîtîkayên paþerojê (15-20 sal berê) demode bûne, hûn îro bi van polîtîka nikarin careke din gelê Kurd biweritînin. Kurd ne kurdên berê ne. Kî dost e kî heval e û kî jî dijmin û neyar e fêhm kirine, fêm dikin.

Heger pêvajoya çareserîyê dest pê nekira, bê guman pêvajoya çareserbunê (çözülme), wê li hêvîya van hêzan ba. Belkî bûyerên rojavayê Surîyê yên dawî û pêvajoya çareserîyê ya vê paþî dest pê kir, dîsa umrê PKK-BDPê dirêj kir.

Rayedarên Dewletê ji bo çareserîya pirsgirêka kurd, hew PKK û BDPê mixeteb qebûl dike. Rayedar di karê xwe de ðelet in. Ez bawer dikim ku wan jî þemitandina xwe hîn kirine.

Û ji hêla din ve ev hêzên ku temsîlkarê Kurdan hatin dîtin û muxeteb hatin qebulkirin þaqiz bûn. Jixwe heger hûn rojevê diþopînin, hûn ê jî fêm bikin ku di van rojên paþî de gefên ku ev hêz dixun, bi sedema þaqizbûna wan e. Êrîþên wan yên li saziyên civakî, dîsa bi sedema ku dewletê ew þaqiz kirine. Êdî peyvê qelew dikin, dixwazin gavên ji xwe mestir biavêjin, lê belê naghêjin armanca xwe.

Gelek balkêþ e ku PKKê bi dewletê re agirbestî danîye û ji hêlekê ve jî êrîþî sazîyên Kurdan yên civakî dike. Hêzek, civakek sazî ku xwe xwedyê gelê kurd dibîne, gelo bi çi ‘eqlî êrîþî Kurdan dike? Bi rastî heger meriv ew salên paþerojê yên dema ku van hêzan, sebîyên Kurdan yên di pêçeka de dikuþtin, gundên wan diþewitandin û komkujîyên mezin dikirin bîne hiþê xwe, meriv dikare bersiva niha jî bide. Pêþîyên me ji berê de gotine “Kesên ku sermîyanê wan cemed be, tirsa wan ji tavê ye. Çimkî dema tav der tê, cemed lehze bi lehze dihele.”

Sebebê ku PKKê li herêmê heta îro hebûna xwe dom kiriye xwîn e, çav tirsandina xelkê ye, hêsirên ça’vê mezluman in, ça’v þikandina Însana ye… Çimkî xwîn û tevlihevî tune be, nikare hebûna xwe bidomîne. Ne ji tirsê be, kesek li defa wan naxe.

Û gele Kurdê Misluman þiyar bûye, nema dixape. Lewra sazîyên Îslamî yên himêza xwe ji bêkes û mezluman re vedikin derketine.

Ji bo çareserîya pirsgirêka Kurd, sazîyên Îslamî muxateb nehatin dîtin. Dewleta laîk û Kemalîst jî nexwest ku Kurdên Misluman muxateb bigre. Bes bera negrin, lewra gelê Kurdê Musluman li cem berxwedana Îslamê sefê xwe girêdane. Gelê Kurdê Musluman di çalakîyan de, bi milyonan li kêleka sazîyên civakî yên Îslamî sekinîn û bi vê sekna xwe ev mesaj dane hemî kesan: “PKK û BDP ne temsîlkarê me ne, temsîlkarê me hamîyên musted’efa ne.”

A PKK û BDP çi dema dîtin ku ew rûmeta ku bi çek û sîlehan bi dest xistine ji destê wan çû, li pêþberê reqîbê xwe dest bi êrîþan kirine. Hûn dibînin ku di vê dema paþî de êrîþî sazîyên civakî yên Îslamî dikin.

Bi rastî ev êrîþ, ji hêlekê ve ji roja PKK ava bûye heta Îro polîtîka wê ye û li miqabil civak û sazîyên Îslamî didomîne. Çimkî ev hêz ji bil xwe tu hêz û qawetê qebûl nake. Weke faþîzma Mûsolînî ye ku digot: “Çi tiþtê em dikin tev rast in, em qet xwarî nakin, ji ber vêya pêdivî bi muxelefetê tuneye” Ev berpêbûyîneke (yaklaþým) faþîzan e. Ev bawerî li tu derê dinyê rûmet nedît, winda bû. Lê belê PKK û BDP ji nû ve dixwazin vê fikra þaþ bi can bikin.

PKK naxwaze Kurdên Misluman bibin temsîlkarê gelê Kurd. Yên PKKê xwedî, kedî û mezin kirin jî, vî tiþtî naxwazin. Çimkî ew baþ dizanin ku di rûhê gelê Kurd de havêna Selaheddînan, Seîdan heye. Xaçperestên mijok, îro bi destê wan heyfa van egît û merdan ji me digrin.

Belê, PKK dixwaze Mislumanan bikþîne nava þiddet û lihevxistinê. Çimkî þiddet û lihevxistin tune be, sazîyên Îslamî roj bi roj bi pêþ da diçin, mezin dibin û ew jî biçuk dibe, dimelise, dihele û rojekê wê biqede. Dixwaze bi vê teqtîka xwe ya qirrêj, dîsa li herêmê tevlihevîyekê derxe.

Heta niha van sazîyên civakî, ev êrîþên dijwar bi sebrê pêþvaz kirine. Sebir ta’l e, lê belê fêkîyên wê pir þêrîn in. Carnan rûmet e sebr û carnan jî zillet e. Heger ev çeteyê xwînwar di vê pêvajoya aþtîyê de van þaþîtî û qirêjtîya xwe bidomîne, di herêmê de wê winda bike. Wê pêvajo li dijê wan bizîvire.

Ger ji bo mihraqên þer yên Kurewî, Kurd rabin xwe bi xwe hevdû bikujin, li hev xin, qîymet ji wan re namîne. Derdê mijokan ew e ku li Turkîyê bêbiryarîyê derînin û pêþiya hiþyarîya Îslamî bigrin. Li bila bê zanîn ku di vê hengâme de wê civakên aqilmend, ‘adil û edaletxwaz, sebirkêþên heqperest qezenc bikin.

Roj roja nesla sacîd e, ji destê we re qewwet...

Bangaheq
 


 
  UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış, Türkçe karakter kullanılmayan ve tamamı büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır. Ayrıca suç teşkil edecek hakaret içerikli yorumlar hakkında muhatapları tarafından dava açılabilmektedir.
Toplam (0) adet yorum eklenmiştir.


EDİTÖRÜN SEÇTİKLERİ

ALINTI YAZARLAR
Diğer Yazarlar

SON YORUMLAR